Heta niha nêzî 30 hezar kesan canê xwe ji dest dane.
Mixabin hijmara qurbaniyên erdhejên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ( Sûriye û Tirkiyeyê) her diçe zêdetir dibe.
Hewldanên hawar hatinê û rizgar kirinê jî rixmî kêm bûna îmkan û derfetan didomin û car car jî nûçeyên baş têne bihîstin û xelk piştî çend rojan mayîn di bin kavilan de bi selametî têne rizgarkirin, lê mixabin hijmara qurbaniyan jî gelek zêde bûye.
Li gor amarên herî dawî li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê heta nih 24 hezar û 617 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 80 hezar kes jî birîndarin.
Ji aliyeke din ve li Rojava û Sûriyeyê jî heta niha 4 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane û 8 hezar welatî jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin