Li Sûriye û Rojavayê zêdetir ji 5 miliyon kes aware bûne

dibêje zêdetir ji 5 miliyon kes xaniyên xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Jiber erdhejê aware bûne.

Li gor daxuyaniyeke komîsariyaya taybet bi karûbarên Penaberan ya Netewên Yekgirtî, ji ber erdheja ku, li Tirkiye û Sûriyeyê roja duşema hefteya derbasbûyî çê bûye, li Sûriyeyê gelek kes aware bûne.

Komîsariyaya penaberan ya NY diyar kiriye ku, tê payîn ji ber erdheja han 5 miliyon û 300 hezar kes ji ber erdheja han aware bibin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ev amara han amareke gelek zêdeye bo Sûriyeyê ku, jiber şer û pevçûnan rastî karesatên mezin hatiye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.