Kempîna kom kirina hevkariyan berdewamin

hikûmeta Kurdistanê ev hevkariyên han digehîne zirardîtiyên li Bakûr û Rojavayê.
کوردستان TV
100%

Li seraserê Kurdistanê kempîn hatine organîzekirin.

Piştî civîna civata wezîran ya roja çarşemê, û biryara civata wezîran bo organîze kirina kempîn bo kom kirina hevkariyan bo zirar dîtiyên erdhejên Bakûr û Rojavayê ( Tirkiye û Sûriyeyê) li Hewlêr, Dihuk, Silêmanî û çend deverên din yên Kurdistanê kempîn hatine destpêkirin.

Kurdistanî jî bi coşeke mezin û li gor îmkan û karînên xwe hevkariyên curbicur pêşkêş dikin.

Biryare ev hevkariya han bi rêya hikûmeta Kurdistanê li ser kesên zirardîtî li Rojava û Bakûrê Kurdistanê werin dabeşkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.