Vê hevkariya zirardîtiyên erdhejê bike.
Serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku, di çarçoveya hewldanên vê dezgehê de yên bo hawar hatin û hevkarî kirina qurbaniyên erdhejê û zirardîtiyên erdhejê,vê îro DXB û tîmên vê dezgehê bigehêjin Efrînê li Rojavayê Kurdistanê û hevkariya qurbaniyan û zirardîtiyên erdhejê bikin.
Mûsa Ehmed diyar kiriye ku, piştî hewlên dîplomatîkî yên aliyên têkildar yên DXB, Tirkiye razî bûye ku, karwanên hevkariya vê dezgehê û tîmên vê dezgehê bi rêya Tirkiyeyê re biçin Efrînê û vê îro pêncşem têmên DXB û hevkariyên vê dezgehê digehêjin Efrînê jî.
Weke tê zanîn tîmên DXB ev çend roje li Bakûrê Kurdistanê hevkariya xelkê dikin û heta niha jî çend kes di bin kavilan de rizgar kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin