Mixabin hijmara qurbaniyan her diçe zêde dibe

hîn jî gelek kes di bin kavilan de mane û li benda rizgar kirinê ne.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 15 hezar kes canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawî yên ji Tirkiye û Sûriyeyê, hijmara wan welatiyan ku, di encama her du erdhejên roja duşem de canê xwe ji dest dane gelek zêde bûne.

Di vê derbarê de wezareta tendirostiya Sûriyeyê ragihandiye ku, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heta niha 3 hezar û 162 welatiyan canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 685 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha ajansa hawar hatina karesatan ya Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku, heta niha li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 12 hezar û 390 kes canê xwe ji dest dane û 62 hezar û 914 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.