Li gel rayedarên Amerîkî dicive.
Wezareta derve ya Îraqê ragihand ku, şanda wezareta derve ya Îraqê yaku, bi Serokatiya wezîrê derve Fûad Husên ber bi Amerîkayê ve birê ketibû, îro gehêştiye Washingtona paytexta Amerîkayê.
Wezareta derve ya Îraqê diyar kiriye ku, şanda Îraqî vê li gel aliyên têkildar yên Amerîkî derbarê rewşa Îraqê û mijara abûrî bi taybetî buha bûna dolar û bi qaçax birina dolar li Îraqê bo welatên din giftûgo bike.
Herwiha di civîn û hevdîtinan de giftûgo li ser bihêztir kirina pêgeha abûrî, îstîqrara abûrî û dîplomasiya abûrî ya Îraqê bi piştîvaniya Amerîkayê tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin