Li Kurdistanê nimêj bo qurbaniyên Bakûr û Rojava tê kirin

li tevahiya mizgeftên Kurdistanê nimêja xeyabî bo wan tê kirin.
کوردستان TV
100%

Li seraserê Kurdistanê roja înê nimêj bo qurbaniyan tê kirin.

Li gor daxuyaniyeke wezareta karûbarên olî ya Kurdistanê, biryar hatiye dayîn daku, roja înê li tevahiya mizgeftên Kurdistanê de, nimêj bo qurbaniyên erdhejên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ( Tirkiye û Sûriyeyê) were kirin.

Di daxuyaniya wezareta karûbarên olî de hatiye diyarkirin ku, ferman bi tevahiya mizgeftên seraserê Kurdistanê hatiye kirin daku, di roja înê de nimêja miriyan, bi awayeke xeyabî bo tevahiya qurbaniyên wan erdhejan were xwendin û dua bo kesûkarên wan û welatiyên birîndar jî were xwendin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.