Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin.
Xwepîşandan û nerazîbûnên dijî rejîma Îranê berdewamin û li hember de jî zextên rejîmê li dijî xelkê bi taybetî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, du welatiyên din yên Kurd şêniyên bajarê Abdanan ya li parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin.
Hêzên ewlekarî yên rejîmê duhê çarşem li Abdananê operasiyoneke ser de girtina malan lidar xistine û di encam de du welatiyên Kurd revandin û piştî çend seatan lêpirsînê yek ji wan hatiye azadkirin lê hîn jî çarenivîsa welatiyê din yê revandî nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin