Xwestiye bidizî bikeve nava rafîneyên petrolê.
Polîsên enerjiyê yên Îraqê ragihandin ku, îro li rafîneyên petrolê yên li Besreyê karîne welatiyekî Îranî binçav bikin.
Li gor daxuyaniya polîsê enerjiyê yên Îraqê, îro çarşem welatiyekî Îranî ku, xwestiye bi awayeke veşartî derbasî nava rafîneyên petrolê yên li Besreyê bibe hatiye girtin.
Hate zanîn ku, niha lêkolîn û lêpirsîn ji welatiyê Îranî yê girtî berdewamin û heta niha armanca wî ji vê karê han nehatiye diyarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin