Dibêje çima esker û polîs bi hawara xelkê ve naçin.
Serok partiya Memleket Muherem Înce ku, duhê bişev li Mareş, Dîlok û çend bajarên din yên zirar dîtî geriya bû, rexneyên dijwar li hikûmet û artêşa Tirkiyeyê dike.
Muherem Înce dibêje rewşa deverên zirar dîtî û xelkê karesateke gelek mezine, kes bi hawara wan ve nehatiye, xwarin, vexarin, betaniye û pêdiviyên din yên hewce bo xelkê nehatine şandin.
Înce herwiha rexne li hikûmet û artêşê jî dike dibêje çima heta niha leşker, polîs û hêzên din bi hawara xelkê ve nehatine şandin, lazime leşker ji qişleyan werin derxistin û biçin hawara xelkê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin