Li girtîgeheke Raco gelek girtiyên DIŞIê reviyane

di girtîgeha Racoyê de zêdetir ji 2 hezar girtî hene.
کوردستان TV
100%

Navçeya Raco niha di destê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê deye.

Li gor nûçeyeke Cezîre, şeva derbasbûyî jiber erdheja ku, Sûriye û Tirkiye hejandiye, gelek girtiyên DIŞIê ji girtîgeheke di bin destê komên cîhadî yên Tirkiyeyê de reviyane.

Çavkaniyê belav kiriye ku, duhê bişev li girtîgeha Raco ya li herêma Efrînê, jiber erdhejê herî kêm 20 endamên DIŞI di nava girtîgeha Racoyê de yaku, têde zêdetir ji 2 hezar girtî hene, reviyane.

Heta niha ti zaniyariyên zêdetir li ser vê mijarê nehatine belavkirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.