Li Tirkiye û Sûriyeyê zêdetir ji 3500 kesan canê xwe ji dest dane.
Lêgerîn bo rizgar kirina kesên ku, di bin kavilên erdheja duhê ya li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de ( Tirkiye û Sûriyeyê) de mane didomin û li gor amarên nefermî yên herî dawî hijmara qurbaniyan gelek zêde bûye.
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heta niha 769 kes canê xwe ji dest dane û 1448 kes jî birîndar bûne.
Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê jî heta niha 2921 kes canê xwe ji dest dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne.
Rixmî derbasbûna 24 seatan bi ser erdhejê re lê car carna nûçeyên xweş jî tên û welatiyên ku, di bin kavilan de mane bi zindî û selametî têne rizgarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin