Hijmara qurbaniyên erdhejê li Sûriyeyê

fikar hene ku, hijmara qurbaniyan hîn zêdetir bibe.
کوردستان TV
100%

Heta niha 111 kesan canê xwe ji dest dane.

Di encama erdheja îro sibê de yaku, gelek welatên derdorê deryaya Spî hejandiye de, tenê li Sûriyeyê li bajarên Heleb, Lazqiye, Hema, Tertûs û Îdlibê jî herî kêm 111 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 500 kes jî birîndar bûne.

Ev amarên destpêkêne û fikar hene ku, hijmara qurbaniyên erdhejê li vê welatî zêdetir bibe.

Erdheja ku, îro sibê zû bi tundiya 7.7 di kûrahiya 9km de gelek welatên derdorê derya spî hejandiye, li Tirkiye, Libnan û çend welatên din jî bûye sedema zirarên canî û madî.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.