Li Hewramanê du Kolber birîndar bûn

birîna wan her du kolberên birîndar girane.
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîma Îranê êrîşî ser wan kirine.

Li gor zaniyariyên berdest, îro şemî 4ê Sibatê hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Newsûd ya li Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşa hêzên rejîmê de du Kolberên Kurd ku, yek ji wan xelkê Merîwan û evê din jî xelkê Paweyê ye birîndar bûne û bo derman kirina wan, ev her du Kolber bo nexweşxaneya Paweyê hatine veguhastin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.