Tirkiye: Ev planeke zanistî ya siyasiye

welatên Ewrûpî Konsulusxaneyên xwe li Îstenbûlê daxistine.
کوردستان TV
100%

Dibêje daxistina Konsulusxaneyan bo armancên siyasî tê bikaranîn.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû duhê danê êwarê behsa daxistina Konsulusxaneyên welatên Rojavayê yên li Îstenbûlê kir.

Mewlûd Çawişoglû ragihand ku, ti hincet û metirsiyek bo daxistina Konsulusxaneyan tuneye lê welatên Rojavayê planek li dijî Tirkiyeyê amade kirine û bi zanebûn dest bi cîhbicîh kirina vê plana han kirine.

Çawişoglû eşkere kir ku, armanc ji vê plana han bêîtîbar kirina Tirkiye, lawaz nîşandana desthilata Tirkiye û nearam wesif kirina Tirkiyeyê û ev jî di demekê deye ku, Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe û ev plana han bi zanebûn li dijî desthilata Tirkiyeyê tê cîhbicîhkirin.

Weke tê zanîn ev du hefteye Amerîka û Ewrûpa huşdariya têkçûna rewşa ewlekarî ya li Tirkiyeyê bi taybetî li metropolan didin û welatên Ewrûpî jî tevahiya Konsulusxaneyên xwe yên li Îstenbûlê daxistine.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.