Gelek welat Konsulusxaneyên xwe daxistine.
Piştî huşdariya welatên Rojavayî û Amerîkayê ya hefteya derbasbûyî ya li dor egera êrîşên terorîstî li Îstenbûlê, gelek welatên Rojavayî welatî, dîplomat û nunerên xwe ji Îstenbûlê derxistin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê Alman û Franse û rojek beriya wan jî Holenda Konsulusxaneyên xwe yên li Îstenbûlê daxistine, dîplomat û nunerên xwe ji Îstenbûlê vekêşane.
Duhê bi şev jî hem Kanada û himjî Brîtanya li dor egera êrîşên terorîstî huşdarî dan û ev her du welat jî vê îro Konsulusxaneyên xwe yên li Îstenbûlê dabixin.
Ji aliyeke din ve duhê jî Serokatiya Yekîtiya weqfên Ermeniyan li Tirkiyeyê ragihandibû ku, zaniyarî di destê wan de hene ku, ji Sûriyeyê sê terorîstên DIŞIê hatine Îstenbûlê û dixwazên êrîşî ser naven, pêşeng û oldarên kemîneyan yên li Tirkiyeyê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin