Îran jî beşdarî di civînên sê alî de dike

dibêje heta niha derbarê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de negehêştine ti encamekê.
کوردستان TV
100%

Erdogan dibêje hewldanên me bo normal kirina têkiliyan didomin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihand ku, hewldanên Tirkiyeyê yên bi piştîvaniya Rûsyeyê bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê berdewamin û di pêşerojê de civînên din di  navbera her sê aliyan de vê werin lidarxistin.

Erdogan di beşeke din ji gotinên xwe de eşkere kiriye ku, vê ji niha û pêde Îran jî weke aliyeke bi bandor li Sûriyeyê beşdarî di civînên sê alî yên di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê de dike.

Erdogan tekez li ser vê yekê kiriye ku, hevdîtinên wan yên derbarê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewamin lê heta niha ti encameke wan tuneye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.