Rejîma Îranê êrîşî ser wan kiriye û birîndar bûne.
Li gor zaniyariyên berdest, îro hêzên rejîma Îranê li navçeya Newsûd ya li Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de herî kêm 5 kolberên Kurd birîndar bûne.
Weke tê zanîn di sala 2022an bi giştî 33 Kolberên Kurd jiber êrîşên Îranê canê xwe ji dest dane û 176 Kolberên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin