Duhê wezîrên derve yên YE civiya bûn.
Duhê li Brûkselê wezîrên derve yên welatên endam di nava Yekîtiya Ewrûpayê de civiyan.
Di civînê de giftûgo li ser ceza kirinên nû yên rayedarên Îranî hate kirin û di civînê de biryar hate dayîn daku, 50 rayedarên din yên Îranî û gelek navendên din yên rejîmê bi taybetî navendên ser bi spaha Pasdaran werin cezakirin.
Di nava lîsteya duhê ya Yekîtiya Ewrûpayê de Parêzgarê Sine, Kirmanşa, Sîstan û Belûçistan, herwiha Fermandarên spah û îtlaatê yên li wan parêzgehan û çend rayedarên din yên Îranî jî hene.
Beriya niha YE di civîneke din ya xwe de bernivîsa bi terorîst nasîn spaha Pasdaran jî pejrandibû û bo ku, navê spahê bikeve nava lîsteya terorê ya YE, li bendêne ku, dadgeheke welateke Ewrûpî biryar bide ku, spaha Pasdaran terorîste.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin