Amerîka 10 rayedarên din yên Îranî ceza dike

4 Fermandarên mezin yên spaha Pasdaran jî di nava lîsteyê dene.
کوردستان TV
100%

9 ji wan rayedaran berpirsên spaha Pasdaranin.

Duhê duşem wezareta xezênedarî ya Amerîkayê ragihand ku, di berdewamiya ceza kirina rayedarên Îranî de, 10 rayedarên din  yên Îranî ceza kiriye.

Wezareta xezêne ya Amerîkayê diyar kiriye ku, 5 endamên desteya Serokatiya navenda hevkariya spaha Pasdaran, Cîgirê wezîrê îtlaat û ewlekarî û 4 Fermandarên spaha Pasdaran ya Îranê ji aliyê Amerîkayê ve hatine cezakirin.

Amerîka diyar kiriye ku, destê wan kesan di binpê kirina  mafên mirovan û eşkence kirina xwepîşanderên Îranî de hebûye.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.