Nêçîrvan Barzanî: Rêz girtin ji zanayan rêz girtine ji nasname û dîroka gelê me

dibêje Dr Ferîd Fazîl 44 berhem pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kiriye.
کوردستان TV
100%

Di merasîma rêz girtin ji Dr Ferîd Fazîl de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasîmek bo rêz girtin ji zana, nivîskar û wêjevanê Kurd Dr, Ferîd Fazîl hate lidarxistin.

Di merasîma han de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku, Dr, Ferîd Fazîl zêdetir ji 40 salane xizmeta ziman û wêjeya Kurdî dike û di vê warî de zêdetir ji 40 berhemên curbicur amade kiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, rêz girtin ji zana û dahênerên gelê me, rêz girtine ji nasname û dîroka gelê me. Wefadariya bo tevahiya wan kesên ku, xizmeta gelê Kurd kirine.

Nêçîrvan Barzanî jiber lidar xistina merasîma han û pêşkêş kirina doktoraya fexerî bi Fazîl spasiya zanîngeha Selahedînê jî kir û got Dr Fazîl yek ji wan navdarên Kurde ku, zêdetir ji 40 sale bêyî westan xizmeteke berçav pêşkêşî gel û nîştiman kiriye.

Barzanî eşkere kir ku, Dr, Fazîl hîn jî di dema xwendina zanîngehê de dest bi xizmet kirina ziman û wêjeya Kurdî kiriye û di vê warî de jî 44 berhemên curbicur pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kiriye. Rêzmana Kurdî wergêrî zimanê Almanî kiriye û herwiha Mem û Zîn jî wergêrî Almanî û îngilîsî kiriye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.