Yûnan dibêje em naxwazin şerê dikilê li gel Tirkiyeyê bikin.
Wezîrê derve yê Yûnanê Nikos Dendias di gotareke xwe de behsa aloziyên navbera Yûnan û Tirkiyeyê kiriye û ragihandiye ku, Yûnan naxwaze şerê dîkilê li gel Tirkiyeyê bike û Yûnan bi ti awayî ji Tirkiye û gefên Tirkiyeyê natirse.
Wezîrê derve yê Yûnanê Nikos Dendias behsa vê yekê kiriye ku, niha têkiliyên navbera her du aliyan gelek alozin, ji duhê aloztirin, daxuyaniyên her du aliyan jî li hember hev û du gelek tundin û ji duhê tundtirin û vê di pêşerojê de jî ev rewş wisa berdewam bibe jiber ku, Tirkiye siyaseta tundiyê cîhbicîh dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin