Li gel rayedarên rejîmê hevdîtinan dike.
Li gor zaniyariyên berdest şandeke komîteya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser ya Rojavayê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) ev çend roje serdana Dîmeşqê kiriye û li gel rayedarên rejîma Esed civîn û hevdîtinan pêk tîne.
Hate zanîn ku, armanc ji vê serdana han giftûgo kirine li ser çawetiya lihev hatine rejîm û îdareya xweser û herwiha çawetiya bicîh kirina hêzên rejîmê li ser sînorên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.
Beriya niha careke din gereke civîn û hevdîtinan di navbera her du aliyan de hatibû lidarxistin lê bê encam bibû.
Hin çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê qala vê yekê dikin ku, serdan û civînê vê carê erênî bûne.
Weke tê zanîn Tirkiye jî ku, dijatiya Rojavayê Kurdistanê dike, ev çend mehe hewl bo normal kirina têkiliyên xwe li gel Esed dide lê Esed jî ji Tirkiyeyê re gotiye ku, lazime Tirkiye tevahiya hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe pişt re hewl bo normal kirina têkiliyan bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin