Hilbijartin di meha Gulanê de ye.
Ev demeke ku li Tirkiyeyê nîqaş li ser hilbijartinên pêşwexte tê kirin û duhê bişev jî Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihand ku, vê rê nede parlemen biryar li ser hilbijartinan bide û di meha Adarê de desthilata xwe ya qanûnî ya derbarê diyarî kirina dema hilbijartinan de bikar bîne.
Erdogan eşkere kiriye ku, di destpêka meha Adarê de biryara hilbijartinê di 14ê Gulanê de dide û piştî biryarê vê 60 roj dem li berdem me heye daku, xwe bo hilbijartinan amade bikin.
Erdogan bo bêdeng kirina rexneyên dijî xwe û vala derxistina opozîsyonê yaku, digot li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext tê kirin, gotiye hilbijartina meha Gulanê ne bi wateya hilbijartina pêşwexte belku, pêşde kêşana dema hilbijartinê ye.
Li gor qanûnê lazime hilbijartin li Tirkiyeyê di naveraste meha Hezîranê de were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin