Almanya û Franse girîngî bi rewşa Kurdistan û Îraqê didin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya Almanya û Franseyê kir ku, ji balyozê Franseyê yê li Bexdayê Eric Shovalier û balyozê Almanyayê yê li Îraqê Martin Beger pêk hatibû.
Di civînê de şanda mêwan behsa vê yekê kir ku, Almanya û Franseî bi hevbeşî girîngî bi babetên navnetewî yên girîng didin bi taybetî rewşa Îraq û herêma Kurdistanê ku, aramî û pêşkeftina Kurdistanê jî bo wan her du welatan gelek girînge.
Şanda hevbeş behsa vê yekê kir ku, Almanya û Franse dixwazin navendeke çandî ya hevbeş li qelha Hewlêrê ava bikin bo pêşde birina têkiliyên çandî, zanistî û milî yên di navbera Kurdistan, Almanya û Franseyê de.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî kêfxweşiya xwe ya li hember hevbeşî û hemahengiya navbera Franse û Almanyayê ya derbarê babetên navnetewî diyar kir û ev yek bi pêngaveke girîng bilêv kir.
Serok Barzanî rêzdariya xwe jî li hember biryara parlementoya Almanyayê ya derbarê nasîna genocide Êzidiyan diyar kir û ev yek bi pêngaveke girîng û dîrokî wesif kir û daxwaz kir daku, bo dadweriyê û serêj kirina birîna xuşik û birayên Êzidî welatên din yên Yekîtiya Ewrûpayê biryarên bi vê rengî bidin.
Di civînê de herwiha giftûgo derbarê rewşa siyasî ya deverê, pêşhatên dawî y ên prosesa siyasiya Îraqê kirin û derbarê têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de jî şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember hebûna rewşeke goncaw bo têkiliyên han diyar kir û ev yek weke derfeteke girîng bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê wesif kir.
Nirxandina rewşa siyasiya Kurdistanê mijareke din ya vê civîna han bû û şanda mêwan ev yek diyar kir ku, Franse û Almanya berdewam dibin li ser piştîvanî, hevbeşî û hemahengî li gel herêma Kurdistanê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin