Mesrûr Barzanî daxwaza eşkere kirina sedem û êrîşkaran dike

di encama êrîşê de 4 welatiyên herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê bûyera duhê bişev ya li Nisibînê de peyamek belav kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa ku, duhê bişev li Nisibîna Bakûrê Kurdistanê bo ser malbeteke Başûrê Kurdistanê pêk hatibû peyamek belav kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Mixabin duhê bişev li ser rêya Nisibên ya ser bi parêzgeha Mêrdîn li Tirkiyeyê di encama êrîşeke ser çend welatiyên herêma Kurdistanê de, çar welatî canê xwe ji dest dan û yek jî birîndar bûye, sersaxî didim malbet û kesûkarên qurbandiyan û hevparê xema wanim û hêviya baş bûnê bo birîndaran jî dixwazim.

Rixmî ku, bi tundî ev tawana han şermezar û mehkûm dikim hevdem daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê jî dikim bilez sedem û bikerên ev êrîşa han eşkere bike û Tawanbar jî radestî dadgehê bike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.