Îran rexne li Ewrûpayê dike

Ewrûpa dibêje biryara parlementoyê li ser esasê belgeyên bawermend hatiye stendin.
کوردستان TV
100%

Ewrûpa duhê spaha Pasdaran xistibû nava lîsteya terorê.

Duhê piştî ku, parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê bi piraniya dengan spaha Pasdaran ya Îranê xiste nava lîsteya terorê de, Îran jî bertek nîşanî vê biryara han da.

Duhê piştî dengdanê wezîrê derve yê Îranê telefûna Serokê şanda danûstandinkar ya YE Joseph Borell kir û jê re got ku, ev biryara YE biryareke şaşe û li gor hest û xweziyên hin aliyên Ewrûpî hatiye stendin û ti bingeheke vê tuneye.

Wezîrê derve yê Îranê di gotinên xwe de gelek pesnên spaha Pasdaran daye lê li hember de Joseph Borell jê re gotiye ku, li Ewûrpayê qanûn heye û parlementoya Ewrûpayê li ser esasê belgeyên bawermend biryarên xwe dide.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.