Serokwezîrên Kurdistan û Urdinê civiyan.
Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Urdinê civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;
Îro li Davosê li gel Serokwezîrê Şahnişîna Urdinê birêz Beşîr Elxisawne civiyan.
Me di civînê de nirxandin li ser pêşde birina zêdetir ya têkiliyên dostane û dîrokî yên li gel Şahnişîna Urdinê kir.
Serokwezîrê Urdinê silav û rêzên xwedan şiko Şah Ebdulah Şahê Urdinê gehandine me û behsa vê yekê kir ku, herêma Kurdistan û cenabê Serok Barzanî xwedan cîh û pêgeheke taybetin li cem Şah Ebdulah û Şahnişîna Haşimî ya Urdinê.
Me jî spasiya piştgîrî û piştîvaniyên Urdinê yên bo herêma Kurdistanê bi taybetî di dema êrîşên terorîstên DIŞIê de bo ser herêma Kurdistanê kir. Me herwiha rêzdariya xwe ya li hember hewl û kar kirina xwedan şiko Şah Ebdulah yên bo dabîn kirina aramiya Îraq û Kurdistanê diyar kir.
Mijareke din ya civînê taybet bû bi giftûgo kirin li ser pere pêdana hevkarî û hemahengiya di warên çandiniyê, bazirganî û derfetên sûd wergirtina herêma Kurdistanê ji ezmûna serkeftî ya Urdinê di warê tendirostî de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin