Civîn û hevdîtinên Serokwezîrê Kurdistanê di roja yekem ya forma abûriya cîhanê de

Serokwezîrê Kurdistanê beriya du rojan çûbû Davosê.
کوردستان TV
100%


Serokwezîr duhê li gel hijmareke rayedarên welatên biyanî civiya û piştî civînan jî li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;

Îro di çarçoveya beşdarî kirina me de di komcivîna abûriya cîhanî ya li Davosê de li gel Serokwezîrê Beljîkayê birêz Alexander De Cru civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Beljîkayê, rewşa Îraq û deverê bi giştî kir.

Di mijara sereke ya civîna me taybet bû bi, pêşde birina hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan bi taybetî di ware liv û tevgerên bazirganî û henarde kirina berhemên çandiniyê yên herêma Kurdistanê bo bazarên Beljîka û Ewrûpayê bi giştî.

Me spasiya Beljîkayê kir bo piştîvanî kirina herêma Kurdistanê weke beşeke ji hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DIŞIê, me herwiha bi awayeke kurt behsa serdana xwe ya bo Bexdayê û civînên li gel Serokwezîra federalî û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.

Serokwezîrê Beljîkayê behsa têkiliyên bihêz û çalakiyên welatê xwe yên li gel herêma Kurdistanê kir û got: Herêma Kurdistanê hevbeşeke bihêz ya Beljîkayê ye.

Mijareke din ya civîna ma giftûgo kirin bû derbarê girîngiya rûbirû bûna bandorên nerênî yên guherîna keş û hewayê.

 

Îro li Davosê li gel Kongrêsmanê Amerîkî birêz Darrell İsa civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên Îraq û deverê, pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê û girîngiya çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federalî bi awayeke mayinde û li ser esasê destûrê kir.

 

Êwara îro li Davosê me pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya herêma Kurdistan, Îraq û deverê kir bi taybetî derbarê reformên kabîneya 9an yên di ware pir cure kirina abûrî, dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî, baştir kirina kerta tendirostî û henarde kirina berhemên çandiniyê yên herêma Kurdistanê bo bazarên Ewrûpayê kir.

 

Êwara îro li Davosê li gel Serokkomarê Îraqê birêz Letîf Cemal Reşîd civiyan.

Di civînê de ku wezîrê derve yê Îraqê birêz Fûad Husên jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêwîstiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li gor destûrê û kar kirin bo baştir kirina rewşa xizmetgozariyan li Îraqê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.