Parlementoya Azerbayicanê gef li Îranê dike.
Parlementoya Azerbayicanê di daxuyaniyeke xwe de diyar kiriye ku, islûba tund û dijminkarane ya Îranê, siyaset û liv û tevgerên vê welatî li ser sînorên Azerbayicanê gefeke mezin û dijminatiyeke mezine li dijî Azerbayicanê lê Azerbayica bi ti awayî ji wan gefan natirse û vê di dema pêwîst û hewce de bersifeke dijwar bide wan gefên Îranê.
Weke tê zanîn jiber şerê navbera Ermenistan û Azerbayicanê û herwiha jiber hewlên hevbeş yên Tirkiye û Azerbayicanê yên bo vekirina kirîdoara Laçîn û Zengedorê aloziyên tund di navbera Îran û Azerbayicanê de derketine û ev her du welat bi lidar xistina tetbîqatên leşkerî li ser sînorên hevbeş, gef li hev û du dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin