Almanya çeke daye Ukraynayê ku, gelek bi asanî dronên Îranî dixe erdê.
Dronên îtnîharî yên Îranî yên bi navê Şahîd 136 ku, Rûsye di şerê dijî Ukraynayê de wan bikar tîne, gelek astengî bo artêşa Ukraynayê çê kiribûn lê Almanya bi hawara Ukraynayê hat û çekeke nû da artêşa Ukraynayê.
Piştî êrîşên berfire yên bi dronên Îranî yên di şeva sersalê de bo ser Kiev û tevahiya Ukraynayê, artêşa vê welatî dest bi bikar anîna çekê Almanî yê bi navê Gpard kir.
Çekê gpard ku li ser tirimbîleke zirexpuşe çekeke pêşkeftî ya Almaniye, xwedan sîstemeke otomatîk ya radarî û ji nav birina hedefê ye.
Ev çekê han du lûleyên mezin hene û di her deqîqeyekê de dikare zêdetir ji 550 guleyan bavêje.
Gpard dikare di mesafeyeke gelek dûr de armancên xwe diyarî bike û wan ji nav bibe.
Herwiha ev çekê han xwedan du topên esmanî yên 35 milîm ya otomatîke.
Almanya heta niha 30 heb ji vê sîstema han daye Ukraynayê û ev yek jî bûye sedem ku, serdestiya şer bi sûdê Ukraynayê were guhertin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin