Oldarekî şîe yê Îranî çû Îsraîlê

li gel rayedarên Îsraîlî behsa rewşa Îranê kiriye.
کوردستان TV
100%

Li gel rayedarên Îsraîlî hevdîtin kiriye.

Li gor nûçeyeke kanala i24 ( îsraîl24) di rojên derbasbûyî de oldarekî mezin yê şîe yê Îranî yê ku, dijî rejîma Îranê ye serdana Îsraîlê kiriye.

Kanala i24 eşkere kiriye ku, ev oldarê navdar yê Îranî yê ku, jiber selametiya canê wî navê wî nayê eşkerekirin, di serdana xwe de bo Îsraîlê li gel hijmareke rayedarên leşkerî, îstîxbaratî û siyasî yên Îsraîlê civiyaye û di civînan de behsa rewşa Îranê hatiye kirin.

Heta niha Îran di vê derbarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.