Rûsye balefirên nû dide Îranê

hijmara wan balefiran hîn jî nehatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Destpêka sala pêşiya me Îran wan balefiran werdigire.

Endamekî komîsyona ewlekariya nîştimanî û siyaseta derve ya parlementoya Îranê bi navê Şehiryar Heyderî ragihandiye ku, di navbera Îran û Rûsyeyê de rêkeftina firotina balefirên Sukhu 35 hatiye îmzekirin û ev rêkeftina han weke xwe berdewame.

Şehiryar Heyderî diyar kiriye ku, Rûsye û Îran li ser rêkeftinê biîsrarin û di destpêka sala pêşiya me de vê Îranî hijmareke zêde balefirên nû yên ji cureya Sukhu 35 ji Rûsyeyê werdigire.

Heta niha derbarê hijmara wan balefiran de ti zaniyarî nehatiye belavkirin.

Weke tê zanîn di navbera Îran û Rûsyeyê de piştî şerê Ukraynayê hevkariyên leşkerî û locistîkî zêde bûne û Îran jî bi sedan dronên întîharî dane Rûsyeyê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.