Vê tankên Challenger bişîne bo Ukraynayê.
Nivîsîngeha Serokwezîriya Brîtanyayê belav kiriye ku, vê Brîtanya berdewam be li ser piştîvanî kirina Ukraynayê û biryar hatiye dayîn daku, di rojên pêşiya me de Brîtanya karwaneke din ji hevkarî û piştîvaniyên xwe bo Ukraynayê bişîne.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, vê carê Brîtanya 14 tankên cureya Challenger 2 û gelek pêdiviyên din yên leşkerî û locistîkî bo Ukraynayê bişîne.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Brîtanya rixmî hevkariyên xwe yên raste rast bo Ukraynayê hevdem zext li civaka cîhanî jî dike daku, hevkarî û piştîvaniyên xwe yên bo Ukraynayê zêdetir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin