Cenazeya wî jî bi awayeke nihênî hatiye veşartin.
Spaha Ensar Elreza ya li Xorasanê ya li Îranê ragihand ku, yek ji Fermandarên vê bi navê Husên Emîrabadîzade miriye û sedema mirina wî jî qolipîna tirimbîla wî bûye.
Lê malbeta wî diyar kiriye ku, laşê Husên ti cîheke birînê anjî ti nîşaneyeke bûyereke hatûçûyê li ser nebûye lewre daxwaz kiriye daku, cenaze bo diyar b ûna sedema mirinê bo nûjdariya dadî were şandin.
Piştî ku, cenaze çend seatek di nava nûjdariya dadî de dimîne, bi şev hêzên rejîmê bi awayeke nihênî bêyî agehdar bûna malbet û kesûkarên wî, termê wî veşartine.
Niha malbeta wî dibêje ku, mirina wî gomanbare û fikarên wan hene ku, hatiye kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin