Li Helebê xelkê Serokê opozîsyonê qewitand

xelk wî bi şebîhe bûnê tawanbar kir û qewitand.
کوردستان TV
100%

Xelk dibêje em zilamên Tirkiyeyê naxwazin.

Xwepîşandanên heyî yên li bakûr û Bakûrê Rojavayê Sûriyeyê ku, di destê opozîsyon û komên cîhadî yên Sûriyeyê deye, li dijî normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê didomin.

Di vê çarçoveyê de duhê Serokê opozîsyona Sûriyeyê Salim Elmuselet ku, bi fermana Tirkiyeyê bo aram kirina rewşa heyî û dawî anîn bi xwepîşandanan serdana Heleb û derdorê kiribû, ji aliyê xelkê xwepîşander ve hate qewitandin.

Xelkê wan deveran li dijî normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê ye û opozîsyona Sûrî jî yaku, di bin bandora Tirkiyeyê deye rastî nerazîtiyên şêniyên wan deveran hatiye.

Xelkê xwepîşander bi diroşmeyên Şebîhe ( di lîtratora Sûriyeyê de bi wateya caş û bikirê girtî ye) Serokê opozîsyonê ji deverê qewitand.

https://mdeast.news/wp-content/uploads/2023/01/VBK-A7_g1rvjVIcp.mp4?_=1

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.