Vê li gel rayedarên Îraqê bicive.
Îro çarşem Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokatiya şandeke bilind ya hikûmeta Kurdistanê ber bi Bexdayê ve birê ket.
Serokê hikûmetê vê li Bexdayê li gel her çar Serokatiyên Îraqê ( Serokwezîr Mihemed Sûdanî, Serokkomar Letîf Reşîd, Serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî û Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê Faêq Zêdan) dicive.
Di civînan de giftûgo derbarê çareser kirina kêşeyên hilpisartî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de li ser esasê destûrê û rêkeftina navbera aliyên siyasî ya bo ava kirina hikûmet û karnameya wezarî tê kirin.
Herwiha pêşde birin û zêdetir k irina hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan bo rûbirû bûna kêşe û astengiyan û çareser kirina wan jî mijarên din yên civînan dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin