Li Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bicîhkirin.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku, bi SOHR tê nasên raportek derbarê rewşa Efrînê û hewldanên Tirkiyeyê yên bo guhertina demografiya vê bajarê Kurdistanî belav kiriye.
SOHR di raporta xwe de eşkere kiriye ku, rixmî talan û dizînên mezin yên ku, li Efrînê ji aliyê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve têne kirin, hevdem prosesa guhertina demografiya vê bajarê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve berdewame.
SOHR di raporta xwe de eşkere kiriye ku, ji sala 2018an ve heta niha herî kêm 500 hezar Ereb û kesûkarên endamên komên cîhadî di nava malên Kurdan de li Efrînê hatine bicîhkirin.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku, 18 kompaniyên nêzî Tirkiyeyê li Efrîn û derdorê dest bi çê kirina xaniyan bo kesûkar û malbetên endamên komên cîhadî, Tirkmen û Ereban kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin