Tirkiye: Têkiliyên me li gel opozîsyona Sûriyeyê berdewam dibin

opozîsyon û komên çekdar yên Sûrî jî dijî Tirkiyeyê xwepîşandanên xwe didomînin.
کوردستان TV
100%

Duhê wezîrê derve yê Tirkiyeyê li gel opozîsyona Sûriyeyê civiya bû.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû ku, duhê li gel rayedarên komên çekdar û opozîsyona Sûriyeyê civiya bû, ragihand ku, danûstandin û piştîvaniyên Tirkiyeyê yên bo opozîsyona Sûriyeyê berdewam dibin.

Çawişoglû herwiha eşkere kiriye ku, di danûstandinên normal kirina têkiliyên navbera Enqere û Şamê de, Tirkiye daxwazên opozîsyonê li ber çav digire.

Nav hatî diyar kiriye ku, vê di nîveya duyem ya vê mehê de wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Rûsyeyê dicivin û di vê civînê de jî dema civîna navbera Erdogan û Esed tê diyarîkirin.

Weke tê zanîn piştî civîna yekem ya di navbera wezîrên berevanî yên Tirkiye û Sûriyeyê, opozîsyon û komên çekdar yên Sûrî yên ku, Tirkiye piştîvaniya wan dike, li Îdlib, Ezaz, Bab û çend deverên din dijî Tirkiyeyê dest bi xwepîşandanan kiribûn.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.