Ji ber sermayê zarokekî 4 salî li taxa Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest da

ev taxa han demeke dirêje dibin dorpêçên rejîmê deye.
کوردستان TV
100%

Yek ji encamên dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji ber sermayê zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji ber dorpêça Firqeya 4`an a hikumeta Şamê îro zarokê bi navê Wîsam Sîdo yê ji gundê Qeretebê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî ku malbata wî li taxê dimîne, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora tibî ku kopiyek wê gihaşt ber destê me, sedema yekser a wefatê lerizîna giştî (general convulsion) ye ku di encamê de dil rawestiya. Lê sedema ne yekser, bilindbûna pileya germahiya zarok ji ber sermayê ye ku di dawiyê de dilê zarok rawestiya û jiyana xwe ji dest da.

Zêdetirî 200 hezar kes li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di nav tunebûna rêbazên germkirinê de dijîn ku jiyana wan dixe xetereyê.

Ji anhayê hatiye wergirtin

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.