Xwe bo êrîş kirine ser Îranê amade dike.
Li gor çapemeniya Îsraîlî, wezareta berevanî ya vê welatî daxwaz ji Parlemento, Serokwezîr û civata wezîran ya Îsraîlê kiriye daku, bûdceya wezareta berevanî ya Îsraîlê sedî 12 zêde bikin.
Di nûçeya çapemeniya Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, wezareta berevanî xwe amade dike bo êrîş kirine ser Îranê lewre lazime bûdceya wezareta berevanî ya bo du salên pêş bi qasî sedî 12 were zêde kirin.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dema bernameya kabîneya nû ya xwe ragihand, diyar kir ku, yek ji armancên sereke yên hikûmeta Îsraîlê pêşî girtine ji Îranê û nabe Îran bibe xwedan çekên etomî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin