Îsraîl bordimana Dîmeşq û derdorê kir.
Li gor çapemeniya Sûrî, duhê bişev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşeke berfire bo ser Dîmeşq û derdorê bitaybetî balefirxaneya Dîmeşqê pêk anîne.
Di encama êrîşa han ya balefirên Îsraîlî de zirareke gelek mezin ketiye balefirxaneya navnetewî ya Dîmeşqê û tevahiya beşên vê balefirxaneyê jikar hatine xistin.
Li gor ajansa nûçeyan ya Sûriyeyê di encama êrîşa han de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşkerên din yên rejîmê jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve ajansa AFP jî diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 4 leşkerên Sûrî hatine kuştin.
Ajansê diyar kiriye ku, ev cîhên nava balefirxaneyê ku, hatine bordimankirin, navendên hizbulaha Libnan û komên çekdar yên Îranî bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin