Serokwezîr daxwaza parastina serweriya qanûnê dike

dibêje bila tevahiya aliyan berejwendiyên nîştimanî bixin serveya her tişteke din.
کوردستان TV
100%


Dibêje bila tevahiya aliyan girîngî bi berejwnediyên nîştimanî bidin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî bo sersala nû belav kiriye ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina sersala nû ya mîladî 2023an, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya welatiyên herêma Kurdistanê, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîdan, herwiha gelên Îraq û cîhanê dikim. Hêvî dikim sala nû sala xweşgozeranî, pêşkeftin û geşe pêdana zêdetir ya Kurdistanê be.

Rixmî sînordar bûna karînên berdest yên hikûmeta herêma Kurdistanê, lê di sala derbasbûyî de me kariye bi hevkariya kerta taybet, çend projeyên curbicur li bajarên Kurdistanê di warên cade, çandiniyê, pîşesazî û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan cîhbicîh bikin, ji bilî ku, sala derbasbûyî, di ware dîplomasî û pêşde birina têkiliyan li gel welatên Erebî, deverê û Ewrûpayê, saleke pir berhem bûye.

Lê mixabin, sala derbasbûyî rastî çend êrîşan hatin, di demekê de ku, herêma Kurdistanê weke hertim, fakterê aramî û tenahiyê bûye li Îraq û deverê de û ti carî nebûye sedema metirsiyan bo ti aliyekî. Lewre hêvî dikin sala pêşiya me, asayîş û aramiya herêma Kurdistan, Îraq û deverê bi giştî parastî be û kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî jî li ser esasê destûrê bi awayeke mayinde werin çareserkirin daku, bikaribin bi hevkariya tevahiya aliyan, prosesa reforman û xizmet kirina zêdetir ya xelkê Kurdistanê bidomînin. Hêvî dikin tevahiya aliyan berejwendiyên nîştimanî bixin serveya tevahiya berejwendiyên din û rêz ji serweriya qanûnê bigirin.

Hêvî dikim sala bû bibe sala dawî anîn bi nexweşî, qirîz û dabîn kirina aştî, aramî bo tevahiya mirovatiyê.

Sala nû li tevahiya we pîroz be, xwedê mezin Kurdistan biparêze.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31/12/2022

 

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.