Li Silêmanî êrîşî ser jinek hatibû kirin.
Duhê li navçeya Hovane ya bajarê Silêmanî hijmareke genc êrîşî ser jinek kiribûn ku berşdarî di misabiqeyên motor ajotinê de kiribû û ev bûyer gelek bertek li pey xwe anî.
Di vê derbarê de hikûmeta herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kiriye û têde bi tundî ev bûyera han mehkûm kiriye û ragihandiye ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi her awayî dijî binpê kirina mafên mirovan bi taybetî jî mafên jinane û li dijî bikar anîna tundûtîjî li dijî jinane.
Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, lazime bilez tedbîrên tund yên qanûnî li hember ev kesên ku, êrîşa han pêk anîne werin stendin û radestî dadgehê werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin