Di nava 2 rojan de li Diyalayê hatine kuştin.
Li gor ajansa fermî ya Îraqê Fermandariya giştî ya operasiyonên hevbeş ya Îraqê ragihandiye ku, di nava 2 rojan de balefirên şer yên Îraqê 7 caran êrîşî ser cîh û pêgehên terorîstên DIŞIê kirine.
Li gor daxuyaniyê, ev êrîşên han li parêzgeha Diyalayê de pêk hatine û di encama wan êrîşan de herî kêm 13 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, piştîneyên amadekirî bo teqînê li cem hinek ji wan terorîstan bûne û xwestine di demên cuda de wan biteqînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin