Li Tirkiyeyê 7 kes hatin kuştin

kesê goman lêkirî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Dibêje teqînê cîhê gomanê ye û kesek hatiye girtin.

Piştî ku, duhê li xwaringeheke bajarê Aydin ya Tirkiyeyê de tupeke LPG teqiya û di encam de 7 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn, wezareta dad ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta dad, wezîrê dad Bekir Bozdag diyar kiriye ku, teqîn cîhê gomanê ye û hêzên ewlekarî jî li ser esasê hin belge û gomanan dest bi lêkolînan kirine û kesek ku, tê payîn destê wî di teqînê de hebe binçav kirine.

Hîn jî lêkolînên berfire li ser vê bûyerê berdewamin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.