Japon rexne li Koreya Bakûr dike

Koreya Bakûr hewl bo têk birina ewlekariya deverê dide.
کوردستان TV
100%

Dibêje sê mûşekên nû yên balistîkî teqandiye.

Wezareta berevanî ya Japonê îro şemî daxuyaniyek weşand û têde bi tundî rexne li Koreya Bakûr kir.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Japonê de hatiye diyarkirin ku, Koreya Bakûr careke din pêngaveke metirsîdar avêtiye û sê mûşekên nû yên balistîkî teqandiye ku, li bakûrê giravên Japonê de ketine erdê.

Wezareta berevanî ya Japonê diyar kiriye ku, ev pêngava han ya Koreya Bakûrê ne tenê metirsiyeke mezine bo ser asayîşa nîştimanî ya Japonê belku, pêngaveke metirsîdare bo têkdana aramiya deverê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.