Derket Îran ji çapemeniyê jî ditirse

dibêje di dema xwe de emê bersifeke gelek dijwar dibin çapemeniya Farsî.
کوردستان TV
100%

Spaha pasdaran gef li çapemeniya Farsî ya li derveya Îranê dike.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî berdewame û rejîma Îranê jî ku, niha gelek tirsaye, gef li çapemeniya Farsî ya li derveya Îranê dike.

Di vê derbarê de Peyvdarê spaha Pasdaran ya Îranê Remezan Şerîf di gotareke xwe de gef li çapemeniya Farsî ya derveya Îranê kiriye û ragihandiye ku, Îran kontrola xwe bi ser çapemeniya han de sepandiye.

Remezan Şerîf herwiha gotiye vê Îran di dema xwe de bersifeke gelek tund û dijwar bide çapemeniya Farsî ya derveya Îranê bi taybetî dengê Amerîkayê.

Nav hatî tekez li ser daxistina medyaya sosyal kiriye û ragihandiye ku, medyaya sosyal bûye karteke destê neyarên rejîmê daku, bi rêya vê xelkê Îranê dijî rejîmê gur bikin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.