Heta niha tawanbar nehatine eşkerekirin.
Beriya 11 salan di roja 28ê Befranbarê de, li gundê Roboskê ya li Şirxana Bakûrê Kurdistanê, balefirên şer yên Tirkiyeyê êrîşî ser karwaneke ciwanên Kurd kirin ku, mişxûlî bazirganiya ser sînor di navbera Bakûr û Başûr de bûn.
Di encama êrîşa han de 34 welatiyên Kurd ku, piraniya wan ciwan û zarok bûn ji aliyê balefirên artêşa Tirkiyeyê ve hatin kuştin.
Ji vê rojê ve heta niha malbet û kesûkarên qurbaniyan li pey edaletê digerin lê hikûmeta Tirkiyeyê bo vê yekê heta niha ti gavek neavêtiye û tawanbar eşkere nekiriye û nedaye dadgehê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin