Dibêje ti xwepîşanderek li dijî xwedê tawan nekiriye.
Siyasetmedar û reformxwazê navdar yê Îranê Ebulfezil Qediyanî rexne li rejîma Îranê bi taybetî Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî dike û dibêje kesê ku, dijî xwedê tawan kiriye Xamneyiye ne welatiyên ku, jiber zilim, zordarî, giranî û bêkarî xwepîşandan kirine.
Ev siyasetmedarê Îranî herwiha eşkere kiriye ku, xelkê Îranê li dijî dîktatoriya rejîmê, zordarî, giranî, bêkarî û rewşa nebaş ya jiyanê dest bi xwepîşandanên dijî rejîmê kiriye. Rejîm naxwaze guhertinan bike, di rastî de rejîm naxwaze guhertinan bike û ti guhertinek ku, rejîm bike ji xelkê re nabe bersif, lewre rêya yekane ya rizgariya gelên Îranî, hilweşandina rejîmê ye û rejîm tê hilweşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin